Serkirdeyekî Gorranê: Fraksiyona me li parlamentoyê bûye du beş
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Serkirdeyekî Gorranê: Fraksiyona me li parlamentoyê bûye du beş

Endamekî Civata Giştî ya Gorranê dabeşbûna fraksiyona tevgerê li Parlamentoya Kurdistanê ragihand.

Endamê Encûmena giştî ya Gorranê Dilşad Reşîd Mîran ji BasNewsê re ragehand: Mixabin fraksiyona me li parlamentoya Kurdistanê bûye du parçe.

Herwiha Dilşad Reşîd Mîran eşkere kir ku ji ber dubendîbûnê nîvê endamên Fraksiyonê deng bo serrastkirina yasaya petrol û gazê dane û nîvê din jî deng nedane.

Di berdewamiyê î de Dilşad Reşîd Mîran got: “Yek ji sedemên dabeşbûnê ew azadî ye ku me daye parlamenterên xwe, eger nebe diviyabû pabendî biryara Gorranê bibûna, ne ku xwe serbixwe nîşan bidin.

Derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de jî,  Serkirdeyê Gorranê venaşêre ku çend sedemên paşxistina helbijartinan hene, hinek navxwe û hinek jî li derveyî Herêma Kurdistanê, “wekî şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê, pirsgirêkên li Iraqê û sedemên din ên hilbijartinana”

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved