BasNews- Çekdarên DAIŞê yên ku ji Sûriyê vedigerin Iraqê, li kampeke Mûsilê tên bicihkirin, ku weke metirsî li ser ewlehiya Iraqê tê dîtin. Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Fermandehiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de ragihand, çekdar di bin tedbîrên tund de ne û tevahiya sînorê Iraqê ligel Sûriyê dê were girtin.
Hefteya borî zêdetirî 200 çekdarên iraqî yên DAIŞê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve radestî hikûmeta Iraqê hatin kirin.
Li gorî agahiyên BasNewsê, hemû çekdarên ku vegeriyane li kampeke Mûsilê hatine bicihkirin, ku îhtimal heye ku kar û çalakiyên wan çekdaran ji bo revîna ji kampên Sûriyê yên li Mûsilê û Iraqê bo dubarekirina wê yekê be, ku wek metirsiyeke mezin tê dîtin. vejandina DAIŞê û asayîşa Iraqê bi giştî.
Di vê derbarê de, nunerê Herêma Kurdistanê di Fermandeyiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de, Lîwa Ebdulxaliq Talat ji BasNewsê re got, rast e li kampeke Mûsilê kom bûne, lê di bin tedbîrên tund de ne. Ji ber ku jin û zarokên wan hene mehkemekirina wan ne hêsan e, yên ku sûc kirine dê li gorî qanûnê hesab bidin.”
Herwiha Lîwa Ebdulxaliq Talat: "Piştî mohrkirinê, derbaskirina sînor ne hêsan e. Kî were û biçe dê bi awayekî yasayî be, ev jî dê metirsiya DAIŞê li ser Iraqê kêm bike."
Lêbelê Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê Şêrwan Cemal ji malpera fermî ya hizba xwe re ragihand: “Vegera endamên berê yên DAIŞê bo Iraqê, dê rewşa ewlehiyê ya Iraqê bi giştî bikeve metirsiyê.”
Di berdewamiyê jî de Şêrwan Cemal: "Hin ji malbatên ku xizmên DAIŞê ne, têkiliyên wan bi DAIŞê re hene û ev yek çend caran li Hola Kampê hatiye piştrastkirin.Metirsiya van xizmên DAIŞ’ê ew e ku bi fikrên DAIŞ’ê mezin bûne û ciwanên di nava DAIŞ’ê de ne û nû hatine, nikarin tevlî civaka Iraqê bibin, ji ber ku dîsa metirsî heye.’’
Beriya niha daxuyaniyeke fermî ya Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragihandibû, ku DAIŞê zarokan ji kampan derdixe û wan li biyabana Sûriyê perwerde dike, bi mebesta ku zêdetir endaman ji bo rêxistinê werbigire.