BasNews- Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber mirina bi dehan kes li bêndereke Urdinê peyameke sersaxiyê arasteyî Şahê Urdinê Ebdulahê Duyem kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber bûyera ku li bendera Aqaba bi dehan kes mirin û birîndar bûn, peyameke sersaxiyê ji Şahê Urdinê Ebdullahê Duyem re şand.
Serokwezîr di peyama xwe de sersaxî ji malbatên qurbaniyan û gelê Urdinê re xwest û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest.
Di bersivê de Şah Ebdullahê Duyem spasî û pêzanîna xwe ji gelê Urdinê re ji bo sersaxiyên serokwezîr nîşan da.