BasNews – Biryarderê lijneya rewşenbîriya Parlamentoya Kurdistanê radigehîne, ew bêserberiya medya elektronîk divê bê rêxistin kirin, ku beşekî zêde bûye pirsgirêk û nûçeyên nerast belav dikin û hemwelatiyan bêhêvî dikin. Herwaha dibêje, beşek ji wan medyayên elektronîk yên kesên nas in û bi wê rêyê ve dijî Herêma Kurdistanê bikartînin.
Biryarderê lijneya rewşenbîrî li Parlamentoya Kurdistanê Muhsîn Doskî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Çend heftiyeke em dibînin hejmarek zêde ya medya elektronîk dest bi helmetekî belav kirina nûçeyên û bêhêvî kirina hemwelatiyan kirine, xwedê girawî xelkê Kurdistanê berevaniyê li Herêma Kurdistanê nake. Ew medyayên elektronîk ên kesên ku em dinasin û xelk jî wan baş nasdike ye, lê ew hewldanên wan jî ti sûdekî wê tine. Derketiye ku xelkê Kurdistanê çawa dema borî de berevanî li Herêma Kurdistanê kiriye. Mixabin beşek ji wan kesane nanê wan di karên waha de ye.’’
Herwaha got: ‘’Me dema borî de hewar dikir û hewl dida encûmena medya Herêma Kurdistanê bê ava kirin. Yasaya karê rojnamevaniyê heye, lê medya elektronîk cîhê wê di wê yasayê de tine. Pêwîste di çarçoveya encûmena medyayî de, medya elektronîk jî bê rêxistin kirin û ji vê bêserberiyê dûrketin çêbe.’’