Êrîşa li ser bîrên gazê yên Herêma Kurdistanê zexteke siyasî ye  
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Êrîşa li ser bîrên gazê yên Herêma Kurdistanê zexteke siyasî ye  

BasNews- Di heyama 48 saetên borî de, milîsên çekdar 2 êrişên mûşekî li ser zeviya gazê ya Kormorê li Çemçemalê ku ji aliyê kompaniyeke Îmarat ve tê birêvebirin, kirin. Pisporekî enerjiyê di wê baweriyê de ye ku projeya gaza Kurdistanê xwediyê dijminekî bihêz e û êrîşan ji aliyê siyasî ve piştî biryarên Dadgeha Federalî dest pê kiriye. 

Pisporê sektora enerjiyê li Herêma Kurdistanê Dr. Hewre Mensûr Beg ji BasNewsê re got, êrişên li ser kêlgeha gazê ya Kormorê beşeke ji dirêjkirina siyaseta ku li dijî Herêma Kurdistanê hatiye kirin. êrîşên milîsên ser bi zeviyên neft û gazê, daku gaza Herêma Kurdistanê nebe alternatîva gaza ku ji welatekî cîran bo Iraqê tê şandin.

Berhema gaza xwezayî, çi li Iraqê li başûr û çi li Herêma Kurdistanê, gelek dijminên xwe hene, yan jî heman tişt di derbarê pirojeyên dabînkirina elektrîkê de jî heye, ji ber wê jî her pêngavek di vî warî de li Iraq û Kurdistanê were avêtin, dê ji aliyê hêzên milîs ve were şikandin bûne parêzvanê berjewendiyên welatên herêmê.”

Pisporê enerjiye Dr. Hewre Mensûr Beg her wiha diyar kir ku divê projeya gaza Kurdistanê weke çareseriyek ji bo pêwîstiyên mezin ên gazê li Iraqê bê dîtin û wek projeyek stratejîk bê dîtin, lê berovajî wê, wek alternatîva gaza welatên cîran tê hesibandin! Ev yek bûye sedema êrîşên milîsan li ser zeviyan ji bo rawestandina zêdekirina hilberînê.

Di berdewamiyê jî de Mensûr Beg dibêje: “Iraq salane gelek gaz ji Îranê hinartiye, ku tenê îsal dibe 1,5 milyar dolar, ji ber wê jî milîs vê yekê wek metirsî dinirxînin û di wê baweriyê de ne ku berhemanîna gazê li Herêma Kurdistanê dê bibe derbeyek li ser pereyê Îranê ku Iraq hejmareke mezin ji gazê dikire. Her sal gaza Îranê ji bo ku ev çavkaniya mezin a darayî zuha nebe.”

Di vê derbarê de, roja şemiyê 25ê Hezîrana 2022an, kanala (El-Hura) ragehand ku, di destpêka meha borî de êrîşeke mûşekî ya bi heman rengî li ser parzûngeha Çemçemal li Hewlêrê rûda, lê heta niha ti zanyariyên fermî derbarê wê bûyerê de negirtiye. êrîşan, lê komên çekdar, ku hin karbidestên Îraqî dibêjin ku Îran piştgirîya wan dike, berê berpirsatîya êrîşên bi vî rengî girtibû ser xwe.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved