Keçeke 18 salî di çem de xeniqî
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

BasNews- Li navçeya Sîriye ya navçeya Amediyê keçeke 18 salî di çemê Zê de xeniqî.

Li gor zanyariyên BasNewsê, îro danê sibê keçeke 18 salî ya bi navê Cîlan Wehab Temr di çemê Zê de li nêzîkî komelgeha Siriye ya navçeya Amêdî ya parêzgeha Dihokê xeniqî.

Keç niştecihê gundê Krîader a Amêdiyê ye û xwendekara pola 12 ye, di nava çend rojên pêş de îmtîhana xwe ya dawî derbas kir, lê temenê wê nehişt ku polê biqedîne.

Cenazeyê keçikê ji aliyê gundiyan ve ji çem hat derxistin û ji bo pizişkiya edlî hat şandin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved