Serokê Yekîtiya Mêran: Di şeş mehên borî de 3 mêr ji aliyê jinan ve hatine kuştin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Serokê Yekîtiya Mêran: Di şeş mehên borî de 3 mêr ji aliyê jinan ve hatine kuştin

BasNews- Rêxistina Alîkariya Yasayî ya Jinan (WLO) amarên tundûtûjiya nav malê di 6 mehên derbasbûyî yên îsal de belav kir û ragihand, di heyama şeş mehên borî de 82 jin hatine kuştin û xwe kuştine, di nav wan de çend jin jî xwe şewitandine.

Rêxistina Alîkariya Hiqûqî ya Jinan (WLO) di rapora xwe ya bi sernavê Şopandina Cîbicîkirina Yasaya li Dijî Şîdeta Malbatê sala par gelekî zêde bûye, îstatîstîkên şîdeta nav malê û şîdeta li ser jinan di şeş mehên destpêkê yên îsal de eşkere kir.

Li gorî raporê îsal 31 jinan întîxar kirine, 22 jin hatine kuştin û 29 jinan jî xwe şewitandine.

- Li parêzgeha Hewlêrê: 9 jinan xwe kuştin, 7 jinan kuştin û 10 jinan jî xwe şewitandin.

- Li parêzgeha Silêmaniyê 7 jinan xwe kuştin, 4 jinan kuştin û 6 jinan jî xwe şewitandin.

- Li parêzgeha Duhokê: 8 jinan xwe kuştin, 7 jinan hatin kuştin û 10 jinan jî xwe şewitandin.

- Li Germiyanê 4 jinan xwe kuştin û 3 jinan jî xwe şewitandin.

- Li rêveberiya Raperînê: 3 jinan întîxar kirin û 3 jin jî hatin kuştin.

- Li Soranê jinek hat kuştin.

Hevdem, Burhan Elî, serokê Yekîtîya Mêrên Kurdistanê, amarên tundutîjîya li dijî mêran di şeş mehên borî yên sala 2022ê de belav kir û got: ‘’312 mêr ji aliyê jinan ve hatine binpêkirin û 3 zilam jî ji aliyê jinan ve bi alîkariya hinekên din hatine kuştin.’’

Herwiha Burhan Elî got ku zêdebûna şîdeta li dijî mêran ji ber pirsgirêkên aborî, bandora neyînî ya medyaya civakî û belavbûna çekan e.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved