Çemçemal- Kêlgeha Kormorê careke din bi mûşekan hat armanckirin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Çemçemal- Kêlgeha Kormorê careke din bi mûşekan hat armanckirin

BasNews- Kêlgeha Kormor a gazê li Çemçemalê careke din rastî êrîşeke bi mûşekan hat. Di heyama 4 rojên borî de, ev cara sêyem e ev kêlgeha gazê rastî êrîşan tê.

Peyamnêrê K24ê li deverê da zanîn, îro bi mûşekan êrîş li kêlgeha Kormorê ya gazê ya li nahiya Qadirkeremê ya li Çemçemalê hate kirin.

Kompaniya Dana Gas, li kêlgeha Kormorê ya li nahiya Qadirkerem a li sînorê navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê kar dike.

Ev êrîşa li ser kêlgeha Kormorê ya gazê piştî wê tê, rojên 22 û 24ê Hezîranê jî bi mûşekan êrîş lê hatibû kirin û di êrîşa roja 22ê mehê de, du karmendên kompanyaya Dana Gas bi sivikî birîndar bûbûn.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved