Hewlêr- Ew kesê duhê êvarî kolanek girtibû hatiye desteserkirin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Hewlêr- Ew kesê duhê êvarî kolanek girtibû hatiye desteserkirin

Rêveberiya Polîsê Hewlêrê îro roja Pêncşemê ragihand, kesek ji ber ku şeva borî kolaneke Hewlêrê girtiye hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Polîsê Hewlêrê, duh saet 12ê şeva borî, Rêveberia Polîsê Hawarhatinê haydar bûye ku kesekî di bin bandora alkolê de serxweş bûye û bi kamyonekê cadeya sereke girtiye.

Herwiha gumanbar û wesayita wî ji bo karên qanûnî radestî midûriyeta polîsan a Badawê hatine kirin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved