'PKKê êrîşî kêlgeha gazê ya Kormorê kiriye'
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

'PKKê êrîşî kêlgeha gazê ya Kormorê kiriye'

Çavkaniyekî ji rojnameya El-Şerq El-Ewset re ragihandiye ku êrîşa li ser kêlgeha gaza Kormorê ji aliyê PKKê ve hatiye kirin.

Jêderekî ji Kerkûkê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji rojnameya El – Şerq El- Ewsetê re gotiye: “Dana Gas ne girêdayî parêzgeha Kerkûkê ye, belku girêdayî navçeya Qadirleremî ya parêzgeha Silêmaniyê ye û ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve tê parastin.

Herwiha heman çavkaniyê eşkere kir ku Dana Gas girêdayî Îmaratê ye û di sala 2007an de li gel Herêma Kurdistanê rêkeftinek hatibû îmzekirin, lê ew kompaniya ji aliyê Wezareta Petrola Iraqê ve nehat pejirandin.

Çavkaniyê han eşkere kir ku, ev êrîş ji aliyê PKKê ve weke berteka li hember kuştina çend berpirsên PKK li bajarê Silêmaniyê hatiye encamdan.

Di berdewamiyê jî de heman çavkaniyê eşkere kir ku armanca PKK ji êrîşên bi vî rengî têkdana rewşa ewlekarî ya li Herêma Kurdistanê ye.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved