BasNews – Li parêzgeha Duhokê pileya zêdetirî 300 polîs û efseran hat bilindkirin.
Rêveberê polîsê Duhokê, Fexrî Ehmed ragehand, xebatên bilindkirina beşek ji polîsên Duhokê xilas bûn.
Fexrî Ehmed her wiha got, ev xebat sê heftey berê dest pê kiribûn û di dawiya xebatê de pileya 315 polîs û efseran hat bilindkirin.
Rêveberê polîsê Duhokê da zanîn jî, mixabin di xula perwerdeya polîsan de gule li polîsekî ket û canê xwe ji dest da.