BasNews – Piştî ku meha borî ya Gulanê bi biryara Parlamentoya Iraqê ve parêzgehê Selahedînê Emar Cibûrî bi tometa gendeliyê li kar hat dûrxistin, naha jî bi biryara dadgehê ve dest li ser mal û mulkê wî hat danîn.
Dadgeha lêkolînê – 2 ya Kerxê biryar da dest bê danîn li ser mal û mulkê tê veguhestin û nayê veguhestin ê parêzgerê berê yê Selahedîn Emar Cebir Cibûrî.
Dadgehê parêzgerê berê yê Selahedînê wek tometbar pênase kiriye û ji ber gendeliyên wî ew biryar li ser wî sepandiye.
Nîvê meha borî Parlamentoya Iraqê li ser doza desteya destpakiya Iraqê û bi xiyabiya encûmena parêzgehê ve biryar da ji bo ji kar dûrxistina parêzgerê Selahedînê Emar Cebir Cibûrî û piştî biryara Parlamentoya Iraqê jî Emar Cibûrî dixwest bi zora hêz erkê xwe wergire, lê encamê de cîgirê wî bi wekalet bû parêzgerê Selahedînê.
Parêzgeha Selahedîn ji aliyê erdnîgarî ve yek ji parêzgehên Iraqê yê herî mezin e û qeza Xurmatû ya navçeya Kurdistanî jî ji aliyê îdarî ve ser bi wê parêzgehê ve ye.