Rukiye Mistefa
BasNews – Li Meksîkayê dareke 25 mêtir dirêj ket xwarê û di encamê da 3 kesên ku di binda man jiyana xwe ji dest dan û zarokek jî bi giranî birîndar bû.
Li bajarê Solosuchîapa yê ser bi parêzgaha Chîpas ya li başûrê Meksîkayê dara ku 25 mêtir dirêjahiya wê bû li ser rê şikest û ket xwarê.
Herwaha wesayîta ku di wê rêyê de derbas dibû di bin darê de ma, 3ê kesan di wesayîtê de jiyana xwe ji dest dan û zarokek jî bi giranî birîndar bû.
Rayedaran ragehand pehnav ango okyanûsa mezin di demên dawî de bûye sedema bahoza Celîa û li başûrê Meksîkayê rê li ber hatina baranên tund vekir û herwaha ragehandin ku ew baranên zêde bûne sedem ku ax sist bibin û îhtimal didin dara ku şikest jî ji ber heman sedemê be.