Romana nû ya Hesenê Metê derket
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Romana nû ya nivîskarê kurd Hesenê Metê bi navê Deftera Sor çap û belav bû.

Weşanxaneya Avestayê romana Deftera Sor çap û belav kiriye kiriye.

‘’Di wê tarîyê de, wê bêdengiye de û di wê şevê de ez fêrî gelek tiştan bûm: Ez fêr bûm ku hêviyeke xurt çawa dikane bişikê, ez hîn bûm ku baweriyeke xurt çawa dikane li meriv sist bibe, ez hîn bûm ku rastî û derew , başî û nebaşî, zanîn û nezanîn çawa li gel hev û di hemêza hev de ne, ez hîn bûm ku erd û asîman çawa cîh li xwe vediguhere, ez hîn bûm ku mîr û ker ji bo hinekan çiqas nêzîkî hev in... û ez fêr bûm ku êdî ev û şano û ne jî henekek e.

Min dizanîbû edî kesek bi kesek nake, sond dixwim wan êdî bawerî bi xwe jî nemabûn. Dema ku baweriya meriv bi xwe ji tunebe, ez ne zanim ku ez çi bikim.’’

Hesenê Metê Kî ye?

Hesenê Metê di sala 1957an de ji dayik bûye.  Ji Erxaniya Diyarbekrê ye, ev bi qasî 20 salan e ku ji wan deran dûr e, li Swêdê dijî. Kitêbên wî yên ku heta niha çap bûne ev in: Smîrnoff (çîrok, 1991), Labîrenta Cinan (novel, 1994), Epîlog (çîrok, 1998), Tofan (novel, 2000). Hin kurteçîrokên gelêrî bi formeke edebî hûnandine û bi navê Ardû (1991) çap kirine. Ji xeynî van kitêban Keça Kapîtan (1988) a Pûşkîn, çend kurteçîrokên Çehov bi navê Mirina Karmend (1989), romana Dostoyevskî Merivên Reben (1991) û ketêba Göran Tunström Jiyana Rastîn (2003) wergerandiye kurdî.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved