BasNews – Îro rêveberekî Tevgera Sedir ragehand, Muqteda Sedir bi temamî derî ji navbeynkarên danûstandinên siyasî re daxistiye û naha bi temamî xwe ji siyasetê qut kiriye.
Çapemeniya Iraqê bi zimanê çavkaniyekî nav desteya siyasî ya Tevgera Sedir veguhest û ragehand, rêberê Tevgera Sedir Muqteda Seidir xwe ji siyasetê qutkiriye û derî li ser navbeynkarên danûstandinên siyasî yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê daxistiye.
Heman çavkaniyê teqez kir, Tevgera Sedir pêbendî boykot kirina proseya siyasî ye û rijde li ser dest ji karkêşana kutleya parlamentoyê û ti gavekî paşde jî ji wê biryarê nayê avêtin.
Herwaha li gor heman çavkaniyê di çend rojên pêş de Muqteda Sedir berê xwe bide Siûdiyê ku serdana hecê bike.