Li gor nûçeyên çapemeniya Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî çend roj berê beşdarî civîneke hemahengiyê bûye lê piştre hêrs bûye û civîn terikandiye.
Li gorî nûçeya One Newsê, serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî beşdarî civîna hêzên ereb ên şîe ji bo gotûbêjkirina rewşa siyasî ya Iraqê bû, lê piştî saetekê ji civînê, di navbera Nûrî Malikî û Qeys Xezalî (serkirdeyên çarçoveya hemahengiyê) de gengeşî derket ) ji aliyekî ve û Mistefa Kazimî ji aliyê din ve lê kanalê sedema gengeşeyê eşkere nekir.
Bi sedan rûpelên Facebookê yên Iraqî gotarên bi vî rengî derbarê polemîkê de belav kirine, ku hemû sedeman bi çend xalan ve girê didin, yek ji wan xalan ew bû ku Xezalî daxwaz ji Mistefa Kazimî kir ku beşdarî konferansa enerjiyê ya li Riyad, Erebistana Siûdî nebe. Li beramber jî de Mistefa Kazimî gotiye: ‘’Ev konferansa Enerjiyê wisa dike ku Iraq pişta xwe bi tene dewletekê nebeste.’’
Li gor nûçeyên nefermî, Malikî ji Kazimî re gotiye, eger ew beşdarî konferansê bibe, piştî dûrxistina wî ji postê serokwezîriyê dê hemû biryar û rêkeftin bên betalkirin.
Herwiha ne nivîsgeha serokwezîr Mistefa Kazimî, ne Encûmena Wezîran a Iraqê û ne jî ofîsên Malikî û Xezalî, derbarê şerê gotinê û sedemên rast de ti daxuyaniyek nedane.