BasNews – Şirovekarê siyasî yê Iraqê dibêje, ew hikûmeta ku ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ve tê ava kirin, zêdetir ji salekê berdewam nabe û dê bê xistin. Wek sedem jî diyar kir ku hatina ser şeqaman a alîgirên Sedir dê nehêle hikûmet ser piyan bimîne.
Şirovekarê siyasî yê Iraqê Elî Beyder ji BasNewsê re ragehand, hêzên nav Çarçoveya Hemahengî hewl didin bi her nirxekî be, hikûmetekî nû li Iraqê pêkbînin. Armanc jî xwe gehandina wan destkeftên ku xewna wê dibînin ew e.
Herwaha diyar kir, her hikûmetekî ku ji aliyê Çarçoveya Hemahengî ve bê ava kirin, temenê wê ji salekî derbas nake û dê bê xistin. Sedemê wê jî dê xwepêşandanên Tevgera Sedir û reftarên Heşdî Şeibî ye.
Li gor wî çavdêrê Iraqî, divê PDK û Hevpeymaniya Siyade kutleyekî nû ji bo bidestxistina hewsengiya pêkhateyan pêkbînin û çaksaziyê çêbikin û rê ji bo sepandina daxwazên ti grub û pêkhateyekî nedin.
Heftiya borî li ser fermana Muqteda Sedir, endamên ser bi Tevgera Sedir li Parlamentoya Iraqê, dest ji kar kêşan û ji bo tejî kirina cîhên wan hêvî ji bo Çarçoveya Hemahengî çêbû ku bikarin ew bixwe hikûmetekî nû li Iraqê pêkbînin.