Bihayê nefte kêm bû      
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Bihayê nefte kêm bû      

Bihaya neftê îro roja Pêncşemê 3 dolar ji bo bermîlekê daket piştî gotegotên ku dibêjin eger berhemanîna Rûsyayê dakeve, Erebistana Siûdî dê berhemanîna xwe zêde bike.

Bermîla nefta brent ji sedî 2,4 kêm bû û bû 113,53 dolar. Bermîla nefta Teksasa Rojava (WTI) ji sedî 2,9 kêm bû û derket 112,37 dolarî.

Herdu neftên xam vê hefteyê zêde bûn ji ber zextên li ser hinardekirina nefta Rûsî piştî cezayên Ewropî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li dijî Moskowê piştî ku wê êrişek li ser Ukraynayê ragihand.

Sedema sereke ya kêmbûna tund piştî wê yekê tê ku çend jêderan ji Financial Times re gotine ku Erebistana Siûdî amade ye ku hilberînê zêde bike eger hilberîna Rûsyayê ji ber cezayên kêm bibe.

Lêbelê, çend çavkaniyên OPEC Plus aşkere dikin ku ew hêvî dikin ku hevalbend li ser siyaseta xwe bimîne û hinardekirina neftê zêde neke.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved