BasNews – Îro 25.05.2022yê li sînorê parêzgeha Duhokê di encama 3 bûyerên hatûçûnê de 8 kes bûn qurbanî.
Berdevkê rêveberiya hatûçûna parêzgeha Duhokê Eqîd Azad Taha di daxuyaniyekî de diyar kir: ‘’Tenê îro li sînorê parêzgeha Duhokê 3 bûyerên hatûçûnê de 8 kes bûne qurbanî.’’
Herwaha got: ‘’Di bûyerekî îro ya êvari li wargeha Bagêra ya ser bi nahyeya Zawîte de du otomobîlan li hevdane û di encamê de kesek birîndar bûye. Herwaha dîsa heman demê li ser cadeya serekî ya Sêmêlê bo wargeha Şarya jî du otomobîlan li hevdane û kesekî di wê bûyerê de jiyana xwe ji dest daye û 5 kesên din jî birîndar bûne.’’
Azad Taha ragehand: ‘’Dîsa demê êvari li ser cadeya serekî ya qeza Sêmêlê jî otomobîlek kontrolê derket û wergerya û kesek birîndar bû.’’ Û got: Em daxwaz dikin şofêr li gor rênmayiyên hatûçûnê tevbigerin. Ji ber di wan bûyeran de derveyî ziyanên canî, ziyanên madî jî yên mezin çêdibin. Ji ber wê jî divê lez bê kêmkirin.