Rukiye Mistefa
BasNews – Li rojhilatê Tûnisê botekî ku koçber û penaber têde noqî avê bû û kesekî jiyana xwe ji dest da, 75 kes jî winda ne.
Berdevkê zîrevanên netewî yê Tûnisê Houcemeddine Jbabli ragehand, bota ku 100 penaber têde li rojhilatê welat noqî avê bûye.
Herwaha diyar kir, di bûyerê de koçberekî jiyana xwe ji dest daye û 24 kes hatine rizgar kirin û 75 kes jî winda ne. Jbabli got, zîrevanên behrê nêzîkî bajarê Sfax termê penaberekî dîtine û koçber û penaberên ku winda bûne ji bo dîtina wan jî xebatên lêgerînê berdewam dikin.
Koçberên ku ji bajarê peravê Zuvare ya Lîbyayê birêketibûn xwestina Behra Spî derbas bikin û xwe bigehînin Îtalyayê.