Amerîka li ser operasyoneka nû li dijî Rojava hişyarî da Tirkiyê
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Amerîka li ser operasyoneka nû li dijî Rojava hişyarî da Tirkiyê

Ned Price, berdevkê wezareta derve ya Amerîka

BasNews – Wezareta Derve ya Amerîka hişyarî da Tirkiyê û ragehand, her êriş û operasyonek li dijî Rojavayê Kurdistanê dê ewlehiya serbazên wan û xebatên hêzên hevpeyman li dijî DAIŞê bixe metirsiyê.

Piştî ku serkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan gefa wê yekê xwar dê operasyonek din li dijî Rojavayê Kurdistanê bidin destpêkirin, berdevkê wezareta derve ya Amerîka Ned Price bersiva wî da.

Ned Price hişyarî da Tirkiyê û ragehand, ew ji zêdebûna êriş û çalakiyên serbazî li bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) û bandora wê li ser xelkê sivîl pir nîgeran in.

Price hişyarî da û got, her êriş û operasyoneka nû dê ewlehiya serbazên Amerîka û xebatên hêzên hevpeyman li dijî DAIŞê bixe metirsiyê ji ber wê jî bila agirbesta ku niha li wê deverê heye, were parastin.

 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved