BasNews – Desteya serokatiya parlementoya Kurdistanê û serokên firaksyonan li ser çawaniya destpêkirina civîn û xebatên parlementoyê dicivin.
Desteya serokatiya parlementoya Kurdistanê dê îro (25 Gulanê) demjimêr 14.00 bi serokên firaksyonan re bicive.
Di civînê de dê li ser çawaniya destpêkirina civîn û xebatên parlementoyê, ku nêzîkî 3 mehan e hatine sekinandin, gotûbêj were kirin.
Civîna han biryar bû duhî were kirin lê ji ber koça dawî ya bapîrê seroka parlementoyê, civîn hatibû paşxistin.