Hikûmeta Kurdistanê nirxa genimê îsal yê cotkarên Kurdistanê kifş kir
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Hikûmeta Kurdistanê nirxa genimê îsal yê cotkarên Kurdistanê kifş kir

BasNews – Hikûmeta Kurdistanê nirxa genimê îsal yê cotkarên Kurdistanê destnîşan kir û ragehand, kompaniyeka taybet amade ye genimê wan bikirre.

Wezareta çandiniya Kurdistanê ragehandiye, di çarçoveya rêkeftina wan bi du kompaniyên Xoşnaw û Qeywan de, ewê dest bi kirrîna genimê cotkarên Kurdistanê bikin.

Wezaretê daye zanîn, îsal dê her toneka genimê pile yek bi 850 hezar dînarî û tona genimê binetov jî bi 880 hezar dînarî bikirrin.

Wezareta çandiniyê ragehandiye, vê gavê kompaniya Xoşnaw amade ye genimê cotkaran bi nirxa destnîşankirî bikirre loma cotkar dikarin genimê xwe teslîmî depoyan bikin.

Wezareta çandiniyê desetnîşan kiriye, armanca wan ji kirrîna genimê cotkarên Kurdistanê ew e ku berhemên navxwe bo xorak û ard were bikaranîn.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved