Lijneya Şopandina Azadiya Rojnamevanî û Mafên Rojnamevanan beyanameyek belav kir
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Lijneya Şopandina Azadiya Rojnamevanî û Mafên Rojnamevanan beyanameyek belav kir

BasNews – Îşev 24.05.2022yê Lijneya Şopandina Azadiya Rojnamevanî û Mafên Rojnamevanan derbarê êrîşa mûşekî ya PKKê li ser radyo û televîzyonên Duhokê de beyanameyek belav kir.

Beyanameya Lijneya Şopandina Azadiya Rojnamevanî û Mafên Rojnamevanan de hat ragehandin: ‘’Îro li gor daxuyaniya Navenda Xanî, du mûşek li stûn û rawesteka weşana ser bi Navenda Xanî ya Rewşenbîrî û Ragehandinê ketine û yek ji wan li rawestekê ketiye û ji ber wê jî weşana televîzyon û radyoya Duhokê ji kar ketiye û ziyaneke zêde yê madî geheştiye wê saziyê. Li gor heman daxuyaniyê ew kar ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatiye kirin. Mixabin ku demek rojnamevan û saziyên ragehandina wê navçeyê bûne armanca têkdana aramî û asayîşa wê navçeyê, ku bi qesdî û bi armanc ve ew êrîş li ser saziya ragehandin pêkhatiye. Ji ber ew navçe nêzîkî  10 dezgeyên ragehandinê têde heye. Ew du dezga du saziyên sivîl in û armanc kirina wan cure dezgayane binpê kirina yasaya rojnamevaniyê ye û aciziya li hember azadiya ramanê û belav kirina zanyariyên zanyariyên rast û dirust e.’’

Herwaha amaje bi wê yekê hate dayîn ku êrîş berevajî prensîbên karê rojnamevaniyê ye. Ji ber wê Lijneya Şopandina Azadiya Rojnamevanî û Mafên Rojnamevanan bi tundî wî karî şermezar dike, hêvîdarin rojnamevanên wan herdu saziyê selamet bin ji wê êrîşa li ser wan hatiye kirin. Em daxwazê ji aliyên pêwendîdar û rêxistinên navxweyî û navnetewî yên taybet derbarê mafê mirov û azadiya rojnamevanî li gel sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê dikin ku lijneyekî bo dûvçûna li ser vî karî pêkbînin û encamderên wê bên ceza kirin û lêkolîn li gel bê kirin û sînorek ji bo karên waha bê danîn.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved