Li Daqûqê agir berbû dexilûdanê cotkarên gundekî Kakeyiyan
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Li Daqûqê agir berbû dexilûdanê cotkarên gundekî Kakeyiyan

BasNews – Îro 24.05.2022yê êvari agir berbû dexilûdanê cotkarên gundeke Kakeyiyên ser bi qeza Daqûqê û qaymeqamê qeza Daqûqê jî vê derbarê de zanyariyên heyî aşkera kirin.

Qaymeqamê Daqûqê Luyis Fendî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îşev agir berbû dexilûdanê cotkarên gundê Zenqer ê Kakeyiyan û heta naha sedemê şewatê jî nayê zanîn.’’

Herwaha got: ‘’Naha li gel tîmên berevaniya şaristaniya Daqûqê, hêzeke artêşa Iraqê û polîsê federal ê Iraqê ji bo vemirandina agir geheştine gund.’’

Li gor zanyariyên BasNewsê, li gundê Zenqerê cotkaran dest bi dirûna beşek ji berhemê genimê îsal kirine, lê îşev ew agir li çend donim dexilûdanê cotkarên wî gundî ketiye.

Du salên borî de erebên hawirde yên wirde û wêde anîne devera sînorê parêzgeha Kerkûkê agir berdidan dexilûdanê cotkarên kurd.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved