'Kurd dikarin li Davosê ji guhertinên cîhanê sûdê wergirin'
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

'Kurd dikarin li Davosê ji guhertinên cîhanê sûdê wergirin'

Rêveberê Bernameyên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê yê li Enstîtuya Aştî ya Amerîkayê Dr. Elie Abouaoun

BasNews – Bi beşdariya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya di forma Aboriya Cîhanî ya Davosê de, bala şîrovekarên siyasî û şarezayên warê enerjiyê dikşîne, ku Herêma Kurdistanê weke çavkaniyeke girîng, pêşve gav davêje.

Rêveberê Bernameyên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê yê li Enstîtuya Aştî ya Amerîkayê yê li Tûnisê Dr. Elie Abouaoun ji K24ê re ragihand, çalakiyên Davosê gelek girîng in, bi rêya Davosê dikarin pêwendiyên dîplomatîk ên navdewletî pêşve bibin, herwiha Davos derfeteke girîng e, da ku Kurd ligel gelek aliyên cîhanî pêwendî pêk bîne.

Elie Abouaoun destnîşan kir: “Ez di wê baweriyê de me ku Kurd dikarin sûdê ji van guherînên bilez ên cîhanê werbigre, bi taybetî li Davosê, vê carê tekezî li enerjî û guherînên keş û hewayê dike, loma ji bo Herêma Kurdistanê derfet hatiye pêş, da ku dengê xwe bigihîne.”

Abouaoun eşkere dike: “Kurd dikarin bi rêya enerjiyê rola xwe bilîzin, Kurdistan dikare enerjiyê bişîne Ewrupayê, tevî welatên din bibe dabînkarê enerjiya navdewletî.”

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved