Radyoya Rêbaz: Êrîşa îro ji aliyê kirêgirtiyên PKKê ve pêkhatiye
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Radyoya Rêbaz: Êrîşa îro ji aliyê kirêgirtiyên PKKê ve pêkhatiye

BasNews – Di daxuyaniyekî de Radyoya Rêbaz ku ser bi çapemeniya PDK-Sê (Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye) ye û ragehand, ew êrîşa mûşekî ya îro li hember weşanda radyoya wan û hejmarek radyoyên din ên ser bi PDKê û kanala televîzyona navxwe ya Duhokê, li Çiyayê Bêxêr a li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxo bûn armanc, ji aliyê çekdarên PKKê ve pêkhatiye.

Daxuyaniyê de hat gotin: ‘’Îro 24.05.2022yê kirêgirtiyên PKKê navenda rawesteka weşana Radyoya Rêbaz a ser bi çapemeniya PDK-Sê û çapemeniya PDKê ya li Çiyayê Bêxêr  a Herêma Kurdistanê mûşekbaran kirin.’’

Radyoya Rêbaz di daxuyaniya xwe de got: ‘’Êrîşa mûşekî ziyaneke mezin ê madî li dû xwe aniye, lê ti ziyaneke canî çênebûye û ew stûna ku bûye armanc navenda weşana Radyoya Rêbaz a ser bi çapemeniya PDK – Sê û çapemeniya PDKê û hejmarek kanal û radyoyên Kurdistanî li xwe digre û li Çiyayê Bêxêr a Herêma Kurdistanê ye.’’

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved