BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di korbenda aborî ya Davosê de beşdarî panêlekê li ser asayişa Rojhilata Navîn dibe.
Civîn û xebatên korbenda aborî ya Davosê, ku roja 22 vê mehê dest pê kir, berdewam in.
Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ku bi fermî hatiye vexwandin û beşdar e, li kêleka korbendê bi gelek berpirs û serkirdeyên cîhanî re hevdîtin kiriye û civîn û hevdîtinên wî hîn jî berdewam in.
Serokwezîrê Kurdistanê îro jî dê beşdarî panêlekê bibe li ser asayişa Rojhilata Navîn.