BasNews – Civîna desteya serokatiya parlementoya Kurdistanê û serokên firaksyonan hat paşxistin.
Biryar bû desteya serokatiya parlementoya Kurdistanê û serokên firaksyonan îro li ser çawaniya destpêkirina civîn û xebatên parlementoyê, ku nêzîkî 80 roj e hatine sekinandin, biryar bidin lê civîn hat paşxistin.
Li ser sebeba paşxistina civînê, parlementera PDKê Xedîce Umer ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ji ber ku bapîrê seroka parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq koça dawî kiriye, civîn hatiye paşxistin û dê sibê (24 Gulanê) were kirin.