Mûsil – Di êrişa DAIŞê de herî kêm 7 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Mûsil – Di êrişa DAIŞê de herî kêm 7 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin

BasNews - Li başûrê Mûsilê, çekdarên DAIŞê êrîşî hêzên Heşda Şeibî kirn û di encamê de heft çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.

Li gor zanyariyên çavkaniyên ewlehiyê yên li Mûsilê, çekdarên DAIŞê rewşa hewayê û pêla tozbarînê ya li Iraqê weke derfetek dîtine û êrîşî yekîneyên serbazî û ewlehiyê yên Iraqê kirine.

Şaneya Ragihandinê ya Heşda Şeibî diyar kir, şeva borî hêzeke ser bi Lîwaya 44 a Heşda Şeibî rûbirûyî êrîşeke DAIŞê bûye û li gor daxuyaniyê, êrîş li sînorê navçeya El Hezer ya Mûsilê rû daye.

Li gorî agahiyan, herî kêm 7 çekdarên Heşda Şeibî hatine kuştin.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved