Encûmena Asayişa Kurdistanê li ser gefên grûpeka radîkal ya Iraqî daxuyaniyek belav kir
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Encûmena Asayişa Kurdistanê li ser gefên grûpeka radîkal ya Iraqî daxuyaniyek belav kir

BasNews - Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bersiva gef û tehdîdên grûpa bi navê (Desteya Hevrêziya Berxwedana Iraqê) dide û tekez dike, her êrişek li ser Herêma Kurdistanê were kirin, dê baca wê giran be.

Encumena Asayişa Kurdistanê li ser gef û tehdîdên grûpeka Iraqî ya bi navê Berxwedana Iraqê daxuyaniyek belav kir. Daxuyaniya encumenê wiha ye:

Grûpeke deryasayî ya bi navê Desteya Hevrêziya Berxwedana Iraqê ku ji me ve zelal û aşkere ye kî wan han dide, di daxuyaniyekê de komek tohmetên bê bingeh davêjin û gefê li Herêma Kurdistanê dixwin.

Ev gef ne nû ne û bi kirdarî heta niha li deverên cuda yên Iraqê çi ji destê wan hatiye, li dijî hêzên derve kirine û berhemên wan ji bo Iraqê tenê wêranî û alozî bûye.

Em ji wan re dibêjin ku her êrişek li ser Herêma Kurdistanê ku statûyeke destûrî ya nava Iraqê de ye, were kirin dê baceke giran jê re hebe. Wan ders ji dîrokê wernegirtine, eger na ew dizanin ku hêzên ji wan mezintir û biçektir nekarîn vîna gelê me bişkînin.

Ev grûpên deryasayî li ser serwerî û aramiya Iraqê gef in û her wan zemîn ji bo belavbûna terorê û hizra tundrewiyê xweş kirine.

Artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge li dijî terorîstan mijûlî karê hevbeş in û ev grûp jî mijûlî fîtne, alozî û wêrankariyê ne.

Hikûmeta Federal berpirs e serweriya Iraqê biparêze û astekê ji van zêdegavî û dijminkariyan re deyne.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved