BasNews – Dîsa ji ber barîna tozê tevahiya geştên firokexaneya Hewlêrê hatin sekinandin.
Ew pêla tozê ya ku ji serê sibehê de Herêma Kurdistanê û Iraqê vegirtiye, heta niha jî berdewam e.
Nîvro hinekî tenik bû lê dîsa êvarê barîna tozê zêdetir bû.
Danê sibê ji ber tozê geştên firokexaneya Hewlêrê hatibûn sekinandin lê danê nîvro dîsa dest pê kiribûn.
Li gorî agahiyên BasNewsê, vê êvarê dîsa geştên firokexaneya Hewlêrê hatin sekinandin.