Serkirdeyekî ENKSê: Guman heye PKKê jî bo piştevaniya Rûsya çekdarên xwe şandibe Ukrayna
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Serkirdeyekî ENKSê: Guman heye PKKê jî bo piştevaniya Rûsya çekdarên xwe şandibe Ukrayna

BasNews – Serkirdeyekî ENKSê dibêje, di şerê Rûsya û Ukrayna de PKK pişta Rûsya digire ji ber wê jî dibe ku çekdarên xwe şandibe Ukrayna da ku li dijî hêzên Ukrayna şer bikin.

Malpera erebî ya Xelîc El Cedîd ragehandiye, Rûsya nêzîkî 500 çekdarên Sûrî derbasî rojhilatê Ukrayna kiriye da ku li dijî hêzên Ukrayna şer bikin.

Li gorî agahiyan, ew çekdarên han li baregeha serbazî ya Himêmîm li Sûriyê hatine komkirin û ji wir jî derbasî Ukrayna hatine kirin.

Tê gotin ku her çekdarek dê 1000-1500 dolar mûçe werbigire.

Li gorî agahiyan, derdora 16 hezar kesan li Sûriye û Iraqê navê xwe tomar kirine da ku li Ukrayna li kêleka hêzên Rûsya şer bikin.

Endamê rêveberiya ENKSê Kawe Ezîzî ji BasNewsê re got, di şerê Rûsya û Ukrayna de PKK pişta Rûsya digire ji ber wê jî mirov dikare bêje PKKê jî çedarên xwe bo piştevaniya Rûsya şandiye Ukrayna.

Kawe Ezîzî her wiha got, ji PKK mîna kompaniyekê lê hatiye. Çend çekdarên xwe dişîne û serê her çekdarekî gelek dirav distîne, paşê hinekî dide wan û yên din jî dixe berîka xwe.

Bi gotina wî serkirdeyê ENKSê, ew PKKa ku zarokkên xelkê direvîne û çekdar dike û di şer de dide kuştin, pir normal e jî çekdarên xwe bo dirav bişîne Ukrayna.

 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved