Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê bi Wezîrê Darayî yê Behrênê re civiya
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê bi Wezîrê Darayî yê Behrênê re civiya

BasNews – Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Davosê bi şanda Behrênê re civiya.

Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li Davosê de, bi şanda Behrênê bi serokatiya wezîrê darayî yê wî welatî şêx Selman bin Xelîfe Al Xelîfe re civiya.

Di civînê de behsa pêşxistina pêwendiyên Kurdistan û Behrênê bi taybet di warê aborî û bazirganî de hat kirin.

Serokê hikûmeta Kurdistanê pêr (21 vê mehê) bo ku beşdarî korbenda aborî ya Davosê bibe, çû Swîsra.

Korbendê duhî dest pê kir û dê 6 Hezîranê xilas bibe.

 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved