BasNews – Îro 23.05.2022yê terorîstên DAIŞê li gundeke ser bi qeza Xurmatû êrîşî çeperekî artêşa Iraqê kirin û li gor zanyariyên destpêkê leşkerekî Iraqê birîndar bûye.
Rêveberê polîsê Xurmatû Emîd Husên Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 23.05.2022yê terorîstên DAIŞê li sînorê nahyeya Bostamlî ya ser bi qeza Xurmatû êrîşî çeperekî artêşa Iraqê kirin û li gor zanyariyên destpêkê leşkerek birîndar bûye.’’
Herwaha diyar kir, terorîstên DAIŞê ji hewayê tarî ya barîna tozê ya li navçeyê sûd wergirtine û bi wî awayî jî êrîş kirine.