Hilberîna li Herêma Kurdistanê geheştiye nêzîkî 66 milyar dolaran
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Hilberîna li Herêma Kurdistanê geheştiye nêzîkî 66 milyar dolaran

BasNews – Li gor amarên Desteya Hilberînê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hilberîna li Herêmê heta niha gihîştiye nêzîkî 66 milyar Dolaran.

Desteya Hilberînê da zanîn ku hilberînerên biyanî li Kurdistanê zêde dibin û gelek kompanya ji bo veberhênanê berê xwe didin Herêmê, bi taybet piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Îmaratê.

Rêvebirê Giştî yê Plandanînê li Desteya Hilberînê Heval Sidîq ji K24ê re got: “Gelek sedem hene ku sermayedarên biyanî li Herêma Kurdistanê veberhênanan dikin. Yek ji sedemên herî girîng jî, yasaya veberhênanê ye ku gelek hêsankariyan dide veberhêneran.”

Herwaha got: "Li gorî xala 3ê ya yasaya hilberînê, serederî bi sermayedarên biyanî re, wekî yên xwecihî tê kirin û ew xwedî heman îmtiyaz û maf in."

Pisporê aboriyê Hoşmend Refîq dibêje: “Ewlekarî û aramiya ku li Herêma Kurdistanê heye, bi xurtî hilberîneran teşfîq dike ku li Herêmê sermayeguzariyê bikin û bi rêjeyeke gelek zêdetir ji naverast û başûrê Iraqê.”

Li gor nêrîna aborînas û sermayedarên Herêma Kurdistanê, atmosfera ku Hikûmeta Kurdistanê di heyama du salên borî de pêşkêşî sermayedarên biyanî kiriye, bûye teşfîqeke girîng ji bo karsaz û sermayedar bêne Herêma Kurdistanê.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved