BasNews – 30 sal bi ser yekemîn hilbijartinên giştî li Herêma Kurdistanê re derbas dibe.
Îro 19 Gulanê û sîyemîn salvegera hilbijartinên giştî li Herêma Kurdistanê ye, ji ber ku yekemîn hilbijartinên parlementoyê li Herêma Kurdistanê roja 19 Gulana 1992 hat kirin.
Navê parlementoya Kurdistanê wê çaxê Encumena Niştimanî ya Kurdistanê bû. Sala 2009 bi fermî bû parlementoya Kurdistanê.
Piştî hilbijartinên 19 Gulana 1992, yekemîn hikûmeta Kurdistanê jî hat pêkanîn.
Ji wê demê ve heta niha 5 hilbijartinên giştî li Herêma Kurdistanê hatine kirin.