BasNews - Grûpên Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, li Efrînê 5 kesên din revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî roja 17 Gulana îsal bi ser gundê Kurzêlê de girt û 3 kes (Husên Ebûd Qîcê, Reşîd Mihemed Ebdo û Mihemûd Salij Remo) revandin.
Her wiha diyar kir jî, grûpa Polîsa Medenî roja 17 Gulanê welatiyê bi navê Ferîd Arif Kosa ji gundê Gemrûkê yê ser bi navçeya Mabeta ve revand.
Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, grûpa Polîsa Leşkerî welatiyê bi navê Arif Elî Eşerf ji gundê Sêwiya yê ser bi navçeya Raco ve revand.
Rêxistina Mafên Mirovan amaje bi wê yekê dike, piraniya kesên ku tên revandin, tometa ku berê pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûye, arasteyî wan tên kirin.