Li Daqûqê agir bi zeviyên genim ket – Bi dehan donim şewitî
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Li Daqûqê agir bi zeviyên genim ket – Bi dehan donim şewitî

BasNews – Li bajarokê Daqûq yê Kerkûkê agir bi zeviyên genim ket û bi dehan donim şewitî.

Qaymeqamê bajarokê Daqûqê, Loys Fendî ji BasNewsê re got, duhî li gundê Yengîce yê Daqûqê agir bi zeviyên genim ket.

Fendî da zanîn, ji ber wê şewatê herî kêm 30 donim zevî şewitî.

Qaymeqamê Daqûqê li ser vemirandina wê şewatê jî got, tîmên vemirandina agir piştî çendîn demjimêran karîn agir bitemirînin lê hîn sebeba derketina wî agirî nehatiye zanîn.

 

 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved