BasNews – Li gundekî bajarê Colemêrg yê Bakurê Kurdistanê jinek di dema çinîna pincarê biharê de canê xwe ji dest da.
Duhî li gundê Xenanîs yê Colemêrgê, jineka 52 salî bi navê Medîne Koç di dema çinîna pincarê biharê de li ser zinarekî ket û giran birîndar bû.
Li gorî agahiyan, piştî ku tîmên tenduristiyê ew birin nexweşxaneya Colemêrgê, li wir canê xwe ji dest da.