BasNews – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê agir bi bazarekî ket û bi dehan dukan şewitîn.
Berpirsê berevaniya sivîl li bajarê Sine, Suheyl Wezîrî ragehandiye, derengiya şeva borî agir bi bazara kincên kevin ket.
Wî berpirsê daye zanîn, şewata han di nav du-sê demjimêran de ji aliyê tîmên vemirandina agir ve hat temirandin lê 25 dukan şewitîn.
Li ser sebeba derketina şewatê tiştek nehatiye gotin.