Mesrûr Barzanî: Hollanda dikare di warê bihêzkirina serweriya qanûnê de alîkariya Kurdistanê bike
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Mesrûr Barzanî: Hollanda dikare di warê bihêzkirina serweriya qanûnê de alîkariya Kurdistanê bike

BasNews – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand, Hollanda dikare alîkar be bo bihêzkirina serweriya qanûnê û bêalîbûna dadweriyê li Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li wezîra dadê ya Hollanda, Dîlan Yeşîlgoz kir.

Mesrûr Barzanî piştî civînê li ser twîttera xwe behsa naveroka civînê kir û got:

Civînek di wextê xwe de bû. Erkek li ser milê me ye ew jî lêpirsîn û dadgehîkirina terorîstên DAIŞê ye ji ber wan sûcên ku kirine. Rizgarbû jî pêwîstî bi alîkariya zêdetir in. Hollanda dikare di bihêzkirina serweriya qanûnê û bêalîbûna dadweriyê de, ku mifta aboriyeka bihêz û cur bi cur e, alîkar be.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved