BasNews - Rûsyayê ragehand, li hember derkirina dîplomatên Rûsî û alîkarîkirina Ukraynayê, 34 fermanber û dîplomatên Fransî ji Rûsyayê tên derxistin.
Wezareta Derve ya Rûsyayê bi ragihandiye, 34 fermanber û dîplomat û nûnerên Fransayê têne derkirin û Moskow wan weke kesên nayên qebûlkirin bi nav dike.
Herwiha eşkere kir, Moskowê du hefte dem dane wan dîplomatan, da ku vegerin Fransayê.
Li aliyê din, çavkaniyekî ji dîplomasiya Moskowê diyar kiriye, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Balyozê Fransayê bangî wezaretê kiriye, ev agahî daye wî û jê re gotiye, "li hember derkirina dîplomatên Rûsyayê, divê bi heman şêwe bersiv were dayîn".
Li ser vê pêngava Moskowê, Wezareta Derve ya Fransayê daxuyaniyek belav kiriye û tê de nîgeraniya xwe ragihandiye û destnîşan kiriye ku ti bingeheke rewa ya vê biryarê nîne.