BasNews – Li Herêma Kurdistanê 12 kesên din bi Koronayê ketin.
Wezareta tenduristiya Kurdistanê ragehand, di 24 demjimêrên borî de 12 kes bi Koronayê ketine û 14 pêketî jî baş bûne.
Wezaretê da zanîn jî, ji duhî de ti kes bi Koronayê nemiriye.
Ev çendîn roj e li Herêma Kurdistanê ti mirineka bi Koronayê nehatiye tomarkirin.
Bi giştî heta niha 7450 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê mirine.