BasNews – Pisporekî rewşa hewayê ragehand, dusibe pêleka din ya barîna tozê bi ser Herêma Kurdistanê de digire.
Pisporê rewşa hewayê, Aras Cebar ragehandiye, dusibe (16 vê mehê) tê pêşbînîkirin ku pêleka din ya barîna tozê derbasî Herêma Kurdistanê bibe.
Aras Cebar her wiha gotiye, ew pêla tozê dê ji deverên sînorî yên navbera Iraq û Sûriyê derbasî Kurdistanê bibe.