Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Ebûzebî
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Ebûzebî

BasNews - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo ku tevlî şîna serokê Îmaratê bibe, Ebûzebî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo ku beşdarî şîna Serokê Îmarata Erebî Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan bibe, her wiha pîrozbahî li Şêx Mihemed Bin Zayid bi boneya hilbijartina wî wek Serokê nû yê Îmaratê, gihîşt Ebûzebî û ji aliyê serokê nû yê wî welatî ve pêşwazî lê hate kirin.

Serokê Îmarata Erebî Şêx Xelîfe Bin Zayid Al Nehyan duhî 13ê Gulana 2022an di 73 saliya xwe de koça dawî kir. Îro jî Mihemed Bin Zayid Al Nehiyan weke Serokê nû yê Îmaratê ji aliyê Encûmena Bilind a Îmaratê ve hat hilbijartin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved