Çavdêrekî siyasî: Axaftin li ser nefta Kurdistanê ne karê wezîrê nefta Iraqê ye
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Çavdêrekî siyasî: Axaftin li ser nefta Kurdistanê ne karê wezîrê nefta Iraqê ye

BasNews – Çavdêrekî siyasî dibêje, wezîrê nefta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê tê bikaranîn.

Ev demek e wezîrê nefta Iraqê Îhsan Ebdulcebar daxuyanî û gotinan li dijî hikûmeta Kurdistanê bi taybet li dijî çawaniya firotin û hinartina neft û gaza Kurdistanê dide.

Li ser vê mijarê, çavdêrê siyasî dr. Newzad Hîtûtî ji BasNewsê re got, wezîrê nefta Iraqê wek amûreka fişarê li dijî Kurdistanê bi taybet li dijî neft û gaza kurdistanê tê bikaranîn.

Dr. Newzad Hîtûtî her wiha got, wezîrê nefta Iraqê ne serokê hikûmeta Iraqê ye ne jî desthilata wê yekê heye li ser neft û gaza Kurdistanê biryarekî bide. Ew karê hikûmetên Kurdistan û Bexdayê ye, ne karê wî.

Wî çavdêrê siyasî anî ziman jî, mixabin hinek hêz û alî û parlementer li Herêma Kurdistanê bi gotin û daxuyaniyên wezîrê nefta Iraqê dilxweş in û got, tu dikarî li dijî partiyan û dijî hikûmeta xwe bî lê nabe tu li dijî xak û xelkê xwe bî.

 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved