Komîsyona destpakiyê: Raporta dawî ya hikûmetê nîşan dide hikûmet li ser reforman cidî ye
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Komîsyona destpakiyê: Raporta dawî ya hikûmetê nîşan dide hikûmet li ser reforman cidî ye

BasNews – Cîgirê serokê komîsyona destpakiyê li parlementoya Kurdistanê dibêje, di raporta herî dawî ya hikûmeta Kurdistanê de tê dîtin ku hikûmet di mijara reforman de pir cidî ye.

Parlementerê Kurdistanê û cîgirê serokê komîsyona destpakiyê, Seîd Herkî ji BasNewsê re got, hikûmeta Kurdistanê sêyemîn raporta xwe li ser xebatên reformê teslîmî parlementoya Kurdistanê kir.

Seîd Herkî her wiha got, di raportê de agahiyên pir berfireh û amarên zelal hene ku nîşan didin hikûmet di mijara reforman de pir cidî ye. Em hêvîdar in hikûmet li ser vê yekê berdewam û rijd be.

Wî parlementerê Kurdistanê behsa naveroka raportê jî kir û got, di raportê de lîsteyên şehîdan, xanenişînan, nivîşkanan û girtiyên siyasî de hûrbînî hatiye kirin û mûçeyê gelek kesên ku bi xeletî li ser wan pileyan mûçe werdigirtin, hatiye birrîn.

Li gorî agahiyên wî endamê komîsyona destpakiyê, li Hewlêrê ji nav 4 hezar kesên ku bi navê şehîd mûçe werdigirtin, derket ku 200 kes ji wan şehîd nebûne, li Silêmaniyê jî 1500 kes bêyî ku şehîd bin, mûçe werdigirtin. Mûçeyê tevahiya wan kesan hat betalkirin û ev xebat berdewam e.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved