BasNews – Encûmena bilind a Mîrgehên Yekbûyî ya Erebî (Îmarat) civiya û Mihemed Bin Zayd Nehyanî wek serokê nû yê dewleta Îmaratê hate helbijartin.
Piştî koça dawî ya Şêx Xelîfe Bin Zayd ê Serokê Mîrgehên Erebî, îro encûmena bilind a Îmaratê Mihemed Bin Zeyd ê ku hakimê mîrgeha Ebudabî û cîgirê fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Îmaratê wek serokê nû yê dewleta Îmaratê hate destnîşan kirin.