Rukiye Mistefa
BasNews – Li Meletî ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergerya û di encamê de 2 jê pitik, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.
Otomobîla di rêya navçeya Kale û li taxa Daripinar a navbera Meletî – Elezîzê wergerya bû sedem 3 kes jiyana xwe ji dest bidin, 3 kes jî birîndar bibin.
Li ser agahdar kirina hemwelatiyan tîmên tenduristî, agirkuj û polîs geheştin cîhê bûyerê û ajokarê otomobîlê û 2 pitikên din jiyana xwe ji dest dan û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Birîndar ji nexwaşxaneyan re hatin veguhestin û hat ragehandin yek ji birîndaran jî rewşa wî girane û metirsiya jiyana wî heye.